Kişiklîzên xeyalî

Lê min bê te lîst kişika evîniyê
Min bi temenekî rojên xwe şopand gav bi gav
Te bi bêriyê heyfa xwe stand
Ne têk çûm ne min têk bir
Ne jî min karî lîstika li dilê xwe biqedînim
Ji çargoşekên reş ber bi te ve firîn
Kevirkên min ên xeyalî
Şah û wezîr nêvî, fîl û hesp topal
Kela hilweşiyayî
Çavên te kêm in ji ser textê
Per û baskên min berhewa
Min qaîdên lîstikê jibîr kir
Lê tu li bîra min mayî

Min vê helbesta nivîskêr nediyar, li zindanê, di şevek zivistanê de wergerandiye kurdî, gelo çima? Kişiklîzên Xeyalî çima bala min kişandiye? Dikarim gelek pirsên din jî bikim, lê bersîv nîne. Lew mirov dinyayek mîkro û guherbar e, hezar hest, raman, xeyal û fikir xwe lê digrin, jê çê dibin, pê re dijîn, digerin û wenda dibin. Loma jî gelek caran yên ku di awêneyê(eyneyê)da li me dinêrin ne em in, an jî “em” ên wisa ne ku îro êdî em nizanin ew kî ne.

Lê ku nizanibim min hingê çima ji vê helbestê hez kiribe jî, niha dizanim ku çima jê hez dikim, lew ku em serwerê dema borî nebin jî, niha di destê me da ye û em dizanin ku em niha çima û çawa ji tiştek hez dikin an jî nakin. Loma jî ev helbesta li ser kişiklîzên xeyalî, kişiklîzên rastî Memê û Mîr tîne bîra min, belkî hê jî dileyzin û Mem hê jî ji ber çavên Zînê sermest dibe… Kevir li bin guhên hev diqelibin, şah û peya li ber hev dirêjê erdê dibin, çavên Memê yên ku ji ber leylana delaliya Zînê tarî dibin tu tiştî nabînin û evîn timî nîvî û bêmiraz dimînin.

Belê ku ew kişika rastîn hê jî dewam nekira, dê Mem û Zîna Xanî her tim wiha nû û tazenivîsî li bin çengê me nemaya û xameya wî ya bêdawî li pişt guhên me yên kurdîhez veşartî nebûya. Kişik didome, lew jiyan bi xwe jî kişik e û em hemî kişiklîz in, kişiklîzên welê ku piraniya caran, kişikê bi can û temenê xwe dileyzin û textê kişikê dibe meydana man û nemanê. Carna jî hem peya em in, hem fîl, hem kela, wezîr, hesp û şah… Lew kurdîtî çîrok û dîrokek wisa ye ku, naşibe a tu civakê. Herçî kişik û kişiklîziya me ye, ew jî naşibe a xelk û alemê. Mînak di wêjeya kîjan gelî de kişik, bûye sedema bêmirazbûna evînekê û di rastiya kîjan civatî de ew kişika bêmiraziyê xwe bi her aweyî daye domandin?

Belê kişik didome, kişiklîzên şareza dikin û nakin ji şaşwaziya Memê zer û zerhimî xilas nabin. Dibîne ku way çavên Zînê diçirisin, dilşah dibe, lê hema paşê dibîne ku Zîn nîne, çav lê tarî dibin. Loma jî helbest dibêje “çavên te nînin” û ne texte dimîne ne lîstik. Dem jî bi kevirê kişikê re li bin guhê hev dikeve, ji ber vê yeke ye ku em ji aniha jî dikarin Memê bibînin û tevlê xemgîniya rûyê wî yê zer bibin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir